Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê

  • rojane
  • 20:25 10 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE- Nobeta Edaletê ya Emîne Senyaşar di roja 99’an de berdewam kir. Xwendekarê zanîngehê ku hat gel malbatê qurnefîlek reş danî ber wezaretê. 
 
Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 99'emîn de berdewam kir.Xwendekarê zanîngehê serdana malbata Şenyaşar kir û qurnefîlek reş danî ber wezaretê. 
 
Piştre Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî Meclisê bû.