Celal Başlangiç hate definkirin

  • rojane
  • 13:17 10 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê yê Almanyayê hate definkirin. 
 
Ji bo gerînendeyê avaker ê Artı TV û Artı Gerçekê rojnameger Celal Başlangiç li Trauer Halle ya li Nordfriedhof a girêdayî Kolnê ya Almanyayê toren hat lidarxistin. Xizmên Başlangiç û gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. 
 
Rojnameger Hasan Cemal di torenê de axivî û nûçeyên Başlangiç bi bîr xist. Cemal, wiha got: “Celal rojnamegerekî pir jîr bû û kesekî baş bû. Ruhê te şad be birayê min, dê her di bîra me de bî.”