Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin

  • rojane
  • 12:36 10 Gulan 2024
  • |
img
AMED - Gelek girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihatin ragirtin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. 
 
Gelek girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihatin ragirtin di nava meheke dawî de bêyî daxwaza xwe sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Navên hin girtiyên hatine sewqkirin wiha ne: Abdûllah Zorarslan sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê, Bariş Engîn û Îbrahîm Zengîn sewqî Girtîgeha Sîncanê, Huseyîn Karahan û Bîrdal Dere sewqî Girtîgeha Kirşehîrê û Mûrat Yalçin jî sewqî Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê hate kirin. Nehate zanîn ku yek ji girtiyan Haci Aykil sewqî ku derê hatiye kirin.