ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN

img
* Hevserokê PADÊ Hisên Hecî, civaka êzidî li dijî şerê ku dewleta tirk dixwaze bide destpêkirin xwedî helwest e û got: “Weke civaka êzidî li dijî vê planê ne. Weke îradeya Şengalê û xweseriya Şengalê em ê rê nedin van têkiliyên qirêj.”
 
* Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a serdana rojnamevan Esra Solîn Dal a di girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hat kir, diyar kir ku di pevayoke her cure rexne qedexe ye de derbas dibin û bi lêv kir mûxalefeta sereke û çapemeniya mûxalîf “vebijeriya mexdûran” dikin.  
 
* Li ser îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik derbarê parêzer Necat Çîçek de bi sûcdariya “Ji bo kesên ku bi sûcên rêxistinê hatine darizandin re xizmetên hiqûqî kirine” doz hate vekirin. 
 
* Berdevka TOP’ê ya Stenbolê Nîlay Kûş a helwesta DÎSK’ê ya li qada 1’ê Gulanê şermezar kir, diyar kir ku bi operasyonên binçavkirin û girtinan hewl tê dayîn sosyalîst bên krîmînalîzekirin û anî ziman ku DÎSK jî bi helwesta xwe ji vê yekê re bû malzeme. 
 
* Bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê tev li bin wê li Goristana Karşiyakayê bê lidarxistin. (12.30) ZINDΠ
 
* Şaxa OHD’a Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehên Egeyê ya salekê dê li avahiya şaxa xwe aşkere bike. (13.30) 
 
* Malbatên girtiyan dê li 6 bajaran li ber girtîgehan çalakiya “deng bide azadiyê” bidin destpêkirin. (14.00)  
 
* Çalakiya Emîne Şenyaşar a Nobeta Edaletê ya li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.00) 
 
* Têkildarî êrişa di girtîgehê de li Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên di dema protestoyên Wanê de hatibûn girtin hatiye kirin dê li avahiya Rêxistina TOP’ê ya Îzmîrê daxuyanî bê dayîn. (16.00) 
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê serdana Partiya Seadetê bikin. (16.00)