Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di êrişa li dijî gundekî bakurê Minbicê de zarokekî 11 salî birîndar bû. 
 
Hêzên girêdayî dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî gundên Tinib û Merenaz ên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama bombebarana li dijî gundê Tinib ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de malên welatiyan zirar dîtin. 
 
Di heman demê de êrişî gundê Merenaz ê navçeya Şera jî hate kirin.  
 
ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ
 
Li aliyê din di encama êrişa li dijî gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê jî zarokek birîndar bû. Hate diyarkirin ku zarokê birîndar bûye Hesen El Bekar ê 11 salî ye.  
 
ÊRIŞ DIDOMIN 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê êrişên li dijî gundên Ewn Dadat, Um Edese û Cerad bi çekên giran didomin.