ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 22 Nîsan 2024
  • |
img
 
* Rojnameger Yusuf Karadaş anî ziman ku DYA û Îran dixwazin bi ji ber rewşên xwe yên navxweyî, şerê li Rojhilat Navîn bidomînin û da zanîn ku sekna Îsraîlê ya êrişkar û çekdarbûyîna li tevahiya cîhanê, dikare şer ji kontrole derxe. 
 
*  Ji mêvanên Mihrîcana Şanoya Amedê Sureyya Karacabey bal kişand ser têkoşîna hunermendan a li dijî qedexeyan û got: “Ez ji wê rikê pir bawer im. Ew rik dikare desthilatê bîne xwarê.”
 
* Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku Abdullah Ocalan ê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e divê di şert û mercên wekhev û azad de be û anî ziman ku dê bi têkoşîna hevpar hem pirsgirêka kurd were çareserkirin hem jî dê tecrîda li Îmraliyê ji holê were rakirin. 
 
* Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Şoreş Dîrî destnîşan kir ku qeyûm di demekî kin a pêşiya hilbijaritnê de ji bo emniyet, edliye û qedayifê bi mîlyonan pere xerc kiriye. 
 
 *Berdevka TAJÊ Riham Haco der barê pêngava xweparastinê ya ji aliyê TAJÊ ve hatiye destpêkirin de axivî û got:" Li beramberî vê hişmendiyê derketin û xweparastin erka her jinekî ye. Em weke TAJÊ dibêjin divê ku hêza jinên cîhanê bibin yek deng û bibe helwesteke hevbeş."
 
* 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya bi pêşengtiya Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin dê di roja 5’emîn de bidome. (08.00-24.00)
 
* Şandeya DEM Partiyê dê bi boneya “Roja Rojnamegerên Kurd” biçe serdana Buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Enqereyê. (11.00)
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî encamên civînên Meclisa Partiyê û MYK’ê li Navenda Giştî daxuyaniyê bide. (13.00) ZINDÎ
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (13.00-17.00)