Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin

  • rojane
  • 11:47 18 Nîsan 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Ji ber hezaza li derdora Yenîkopruyê çêbûyî, rêbeja di navbera Wan û Geverê de hate girtin. 
 
Li devera Yenîkopruyê ya Colemêrgê li ser rêbeja di navbera navçeya Geverê û Wanê de hezaz çêbûy. Ji ber hezazê rê hate girtin. Di nava 2 rojan de li heman deverê 3 caran hezaz çêbû. Xebatên ji bo vekirina rêyê berdewam in. 
 
Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî jî di nav de, komeke ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li cihê bûyerê lêkolîn kirin.