Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir

  • rojane
  • 15:34 15 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî ji lingê wî ve bi çekê birîdar kir. 
 
Li Taxa Cumhuriyetê ya girêdayî navenda Şirnexê zêrevanê bi navê R.B. bi hinceta stendina qer, R.N.G. ê di Midûrtiya Nifûsê de dixebite, bi çekê birîdar kir. Bûyer derdora saet 13.08’an qewimî û welatiyên şahidiya bûyerê kirine agahî dan polîs û tîmên tensuristiyê.  
 
Tîmên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil R.N.G. birin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa tenduristî ya R.N.G. baş e û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.