Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin

  • rojane
  • 16:30 12 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Tehliyeya Alî Şen ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, cara duyemîn hate taloqkirin. 
 
Tehliyeya Alî Şen ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, cara duyemîn ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hate taloqkirin. Diviya Şen di 24’3e cotmeha 2023’yan de bihata berdan lê tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Lijneya ku cara duyemîn civiyayî, bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekiriye, cara duyemîn tehliyeya Şen taloq kir.