ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 12 Nîsan 2024
  • |
img

* Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê bi hinceta “hîndeker e”, pirtûka girtî Mehmet Alçinkaya ya “Her tim di nava şer de” ku wî bi xwe nivîsandiye nadin Alçinkaya. 

* Tevî cerdevanekî 4 kesan bi awayekî sîstematik destdirêjî li jinekê kirin û fihûş lê ferz kirin. Bi giliya jina rastî tecawizê hatiye, lêpirsîn hate destpêkirin. Dozger ji ber giliyê hatiye kirin sal û nîv piştî bûyerê der barê cerdevan û hevalên wî de bi hinceta “ne li gorî jiyana asayî ye" biryara beraetê da.
 
* Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglu destnîşan kir ku encamên hilbijartinên herêmî nîşan dan ku polîtîkayên desthilatê ji hêla gel ve nehatine qebûlkirin û anî ziman ku têkoşîna Wanê li AKP’ê paş de gav da avêtin, ji bo muxalefetê jî bû ezmûnekî baş. 
 
* Xwendekarên ku ji ber krîza aborî û bihabûnê nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku her diçe perwerdeya ew dibînin lewaztir dibe û anîn ziman ku ji xwekuştinên ciwanan desthilat berpirsyar e. 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li bernameya cejnê ya Hatayê bibe. (11.00-19.00)
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê dê têkildarî êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat ku hatibû qetilkirin dê li Zîncîrlîkuyuyê daxuyaniyê bide. (13.30)