Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin

  • rojane
  • 16:36 11 Nîsan 2024
  • |
img

ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener da zanîn ku têkildarî encamên hilbijartinê 2 îtîrazên DEM Partiyê, îtîrazeke CHP’ê û yek jî ya MHP’ê hatiye qebûlkirin û dê di 2’yê hezîranê de li 4 navendan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin. 

 
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî encamên pêvajoya îtîrazê yên li dijî encamên hilbijartina 31’ê Adarê axivî. Yener, got ku di cejnê de jî mesaiya wan didome û da zanîn ku îtîrazên ji bo lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan duh bi dawî bûye û pêvajoya îtîrazên awarte jî dê di 14’ê nîsanê de bi dawî bibe. 
 
Yener, têkildarî îtîrazên partiyên siyasî axivî û got ku hinek îtîraz hatine redkirin hinek jî hatine qebûlkirin. Yener, da zanîn ku 2 îtîrazên AKP’ê hatine qebûlkirin, îtîrazeke CHP’ê, yek a MHP’ê û 2 jî yên DEM Partiyê hatine qebûlkirin. Yener, got ku di encama îtîrazan de biryar hatiye dayîn ku li navçeya Curnê Reş a Rihayê, navçeya Pirnarbaşi ya Kayseriyê, bajarokeke li Edîrneyê û li herêmeke hilbijartinê ya Sêwasê dê di 2’yê hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin.