ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 11 Nîsan 2024
  • |
img
* Dayikên Aştiyê yên Sêrtê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin û gotin ku çalakiyên li girtîgehan tenê bi azadiya Abdullah Ocalan dikarin bi dawî bibin. 
 
* Welatiyên Amedê gotin ku tavilê piştî hilbijartinê li benda xizmetê ne û gotin ku dixwazin hevşaredar ji ewil jî pirsgirêkên perwerdeya bi zimanê dayikê û tiryakê çareser bikin. 
 
* Derheqê kesê bi navê A.C. ku hewl dabû êrişî avahiya HDP û Partiya Çepa Kesk a Edeneyê bike û dema hatî girtin jî gotibû “Polîsan ez şandim” de bi sûcê “gefxwarina bi çekan” doz hate vekirin. 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê û Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî dê li Sêrtê tev li bernameya cejnê bibe. (11.00-16.00)
 
* DEM Partî, Partiya Gelecekê, CHP,  Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê dê cejnên hev pîroz bikin. (10.15-15.45)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (13.00-17.00)
 
* Dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan dê di sala 31’emîn a wefata xwe de li gundê Amara yê Xelfetiyê li ser gora xwe bê bibîranîn. (12.00)