Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin

  • rojane
  • 21:56 7 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Qulûbeyên polîsan ku li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibûn danîn, duh bi şev hatin rakirin.
 
Hate zanîn ku duh bi şev qulûbeyên polîsan ên li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin û di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de Partiya Wekhevî û Demokasiyê ya Gelan (DEM Partî) careke din bi dest xistibû, hatine rakirin. Hat destnîşankirin ku duh bi şev dora saet di 23.00’yan de qulûbeyên polîsan bi vîncê hatine rakirin û birine Midûriyeta Polîsan a Amedê.
 
Her wiha dê Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn sibê saet di 11.00’an de mazbateyên xwe bigirin û biçin şaredariyê.