CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?

  • rojane
  • 16:14 7 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - CHP’iyên hatin pêşiya YSK’ê daxuyanî dan û wiha gotin: “Li Hatayê 3 hezar û 389 hilbijêrên mirî hene. Em dixwazin were tespîtkirin bê ka hilbijêrên mirî çawa dengê xwe dane û hilbijartin were betalkirin.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û rêveberên partiyê ji ber ku hêj encamên l Hatayê teqez nebûyî mazbata ji namzetê AKP’ê re hate dayîn, li pêşiya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) daxuyanî dan. Ozel, bi Serokê YSK’ê re civiya û piştre li pêşiya YSK’ê daxuyanî dan. Ozel, ji ber ku ji qirika xwe emeliyat bûbû neaxivî. 
 
Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gul Çîftçî Bînîcî axivî û got ku li dijî encamên hilbijartina Hatayê îtîraz kirine. Bînîcî, wiha got: “Li Hatayê 3 hezar û 389 hilbijêrên mirî hene. Em dixwazin were tespîtkirin bê ka hilbijêrên mirî çawa dengê xwe dane û hilbijartin were betalkirin.”  
 
BERTEKA LI DIJÎ ‘COTSTANDARTIY’
 
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Gokçen Gokçen jî dayîna mazbatayê rexne kir û got ku divê YSK ji vê xeletiyê vegere. Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boyek jî got ku parastina îradeya xelkê Hatayê peywira tevahiya Tirkiyeyê ye.