Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin

  • rojane
  • 15:53 7 Nîsan 2024
  • |
img
ÊLIH - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê de ev bang hate kirin: “Divê her dayika li dijî zilmê li cem me cih bigire.” 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 66’an de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. 
 
Di çalakiyê de ji çalakvanan Horî Acar axivî û got ku heta agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digirin dê çalakiya xwe bidomînin. Acar, wiha domand: “Deriyên girtîgehan vekin bila kesek li wir nemire. Vê zilmê bi dawî bikin. Edaletê pêk bînin.” 
 
Piştre jî Acar wiha bang li hemû dayikan kir: “Divê her dayika li dijî neheqiyê li cem me cih bigirin.” 
 
Çalakiya nobetê bi gotina stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.