YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da

  • rojane
  • 13:43 7 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku dengên Kerboranê jinûve bên hejmartin. YSK’ê ev biryar betal kir. 
 
Li ser îtîraza AKP’ê, Lijneya Hilbijartinê ya Kerboran a Mêrdînê biryar dabû ku deng jinûve bên hejmartin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li dijî vê biryarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû. 
 
YSK’ê diyar kir ku encamên heyî yên li Kerboranê derbasdar in û biryara jinûvehejmartina dengan a Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê betal kir.