ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 7 Nîsan 2024
  • |
img
* Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Heco diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmê dixwaze li ser xeta stratejîk xwe li herêmê mayinde bike û got ku sedsal jî derbas bibe dê xeyalên Tirkiyeyê yên ji bo osmanîtiyê pêk neyên. 
 
* Hevşaredarên Dîgorê zend û benda badan. Hevşaredar Ulker Ozatîk ku bi tespîtkirina pirsgirêkan dest bi kar kir got: "Me wêneyê navçeyê girt ku bê di çi rewşê de ye. Û me dest bi cihanîna sozên xwe kiriye ku me dabû gel." 
 
* Şêniyên Sêrtê diyar kirin ku di meha Remezanê de ji ber krîza aborî nikarin mêvanan biezmînin û gotin ku ji bo cejnê tu tişt nekirîne. Welatiyan bilêv kir ku berpirsê vê rewşê Serokkomarê AKP'î Erdogan e. 
 
* Rojnameger Ferhat Sezgîn ku di dema şopandina nûçeyan de polîsan pozê wî şikand, diyar kir ku ew ê giliyê polîsan bike û got: "Çapemeniya Azad wê ji ser şopa heqîqetê venegere. Em ê li dijî van êrişan her tim li qadan bin."
 
* Derket holê ku qeyûma Cizîrê di nava 2 mehan de 101 kes girtiye kar. 
 
* Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan bal kişand ser bêusûliyên di hilbijartina navenda Bedlîsê de û wiha bertek nîşanî redkirina îtîrazên wan da: “Bi destê darazê darbe hate kirin.” 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Şirnexê têkildarî hîleyên hilbijartinê daxuyaniyê bide. (13.30) ZINDΠ
 
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê li navenda partiyê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ
 
*Amedspor dê îro li sehaya xwe bi Înegolsporê re bilîze. (15.00)