Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin

  • rojane
  • 17:00 6 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Hevşaredarên Serêkaniyê tevî gel ber bi şaredariyê ve meşiyan û deriyên şaredariyê li gel vekirin. 
 
Hevşaredarên Serêkaniyê ya Rihayê piştî redkirina îtîrazên AKP’ê duh mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar Rahşan Yazar û Ugur Kahraman tevî xelkê navçeyê bi awayekî girseyî ber bi şaredariyê ve meşiyan. Bi sedan welatî tev li meşê bûn û hevşaredaran li pêşiya şaredariyê spasiya gel kirin. 
 
Hevşaredar Kahraman wiha got: “Em ê bibin hevşaredarên tevahiya xelkê navçeyê. Dê xizmetê ji bo hemû gelên navçeyê bikink.” Hevşaredar Yazar jî spasiya rêveberên DEM Partiyê, komîsyonên xebatê û gel kir. Yazar got ku ew ji bo xizmetê hatine hilbijartin û dê ji vê tawîz nedin. 
 
Hevşaredar piştre jî tevî gel çûn serdana xebatkarên şaredariyê û pîrozkirin qebûl kirin.