Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket

  • rojane
  • 15:38 5 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Di 2 avahiyên bi hev re ên navçeya Beyogluyê de şewat derket. Şewata derketiye li xaniyên rex jî girt. Xebatên vemirandina şewatê yên agirkujiyê berdewam dikin. 
 
Di 2 avahiyên ku bi hev re ne yên li kolana Buyuk Kirlangiç a li Taxa Bulbul a navçeya Beyogluya Stenbolê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Li gel agahîdayînê gelek tîmên tenduristî, agirkujî û polîsan hatin li cihê bûyerê. Karûbarên vemirandinê yê agirkujiyê berdewam dike.