4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin

  • rojane
  • 14:04 5 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - 4 rojnamegerên dema li Esenyurtê nûçe dişopandin hatin binçavkirin jî di nav de 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Di dema çalakiya li dijî xespkirina hilbijartina Wanê ya li Esenyurt a Stenbolê de 86 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Nûçegihanê ajansa me Ferhat Sezgîn, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Dîlan Şîmşek û nûçegihana Artu Gerçekê Muzeyyen Yuce jî di nava binçavkiriyan de cih digirin.