Rojnameger Murat Verîm hate berdan

  • rojane
  • 11:20 5 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Murat Verîm ê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê 16 meh girtî bû hate berdan. 
 
Rojnameger Murat Verîm ê di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de dihat ragirtin, hate berdan. Verîm ê di çileya sala 2023’yan li Yewnanîstanê hatibû binçavkirin, teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Verîm ê bi hinceta cezayê wî erêkirî  heye hate girtin û piştî 16 mehên girtî, hate berdan. 
 
Nûçeyên daxuyaniyên şaredariyê û nîşeyên wî yên nûçeyan ji bo Verîm bûn hinceta sûcdariyan. 
 
Verîm di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de heya 29’ê cotmeha 2016’an ku bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê de (KHD) hate girtin, piştre jî di Şaredariya Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê de di Midûriyeta Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re de heta ku qeyûm hate tayînkirin xebitî. Derbarê Verîm de di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di Dadgeha Cezayê Giran a Midyatê de hate darizandin û bi îdiaya “ser navê rêxistinê kirina sûc” 3 sal ceza lê hate birîn . Cezayê Verîm ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin.