ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 5 Nîsan 2024
  • |
img
* Endamê ÇHD'ê Guçlu Sevîm ku girtina ji ber pereyên ji girtîgehê re tên şandin wekî "derî aqilan" nirxand, got: "Qanûna Der Barêê PÊşîgirtina Fînasmana Terorîzmê, têkildarî 'fînansmana rêxistinê ya navneteweyî' ye, lê pereyên ji girtîgehan re tên şandin hemû di bin kontrola dewletê de ne." 
 
* Zanyarê Siyasetê Sînan Onal diyar kir ku AKP hewl dide li herêma Garê zemîna êrîşeke nû biafirîne û got ku ev plan jî wê ji ber têkçûna hilbijartinên 31'ê Adarê û krîza aborî bişikê.
 
* Endamê MYK'ê yê DEM'ê Mûsa Pîroglû encamên hilbijartinên herêmî nirxandin û got ku desthilat di sindoqan de hatiye definkirin û got: "Niha jî wê di dîrokê de bên definkirin." Rojnamevan Ercument Akdenîz ji diyar kir DEM Partiyê hem li Rojavayê hem jî li Kurdistanê bi desthilatdariyê daye windakirin. 
 
* Serokê CHP’a Qersê Onur Ulutaşdemîr destnîşan kir ku bi hilbijêrên veguhestî dest danîne ser îradeya gel û diyar kir ku ji ber bêusilyên hatine kirin hilbijartin rewa nîn e.” 
 
* Nobetên Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-15.00) 
 
* Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş dê li Edeneyê li ser gora xwe bê bibîranîn. (12.00) 
 
* “Platforma Azadiya ji bo Parastinê” ku rêxistinên hiqûqê di nav de cih digirin, têkildarî parêzerên girtî dê li Şaxa ÇHD’ê ya Enqereyê daxuyanî bidin. (13.00) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, ji bo betalkirina hilbijartinan dê serî li dozgeriyê bide. (13.00) 
 
* ÎHD bi daxwaza “aştiya civakî û rêzgirtina vîna gel” dê li gelek bajaran Nobeta Aştiyê bigire. (14.00-17.00) 
 
* Têkildarî roja parêzeran dê li gelek navendan daxuyanî bê dayîn. (15.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (16.00-20.00)