Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû

  • rojane
  • 11:34 4 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Hunermend Kadîr Înanir piştî tedawiya xwe ya li nexweşxaneyê ji nexweşxaneyê hate tabûrcîkirin. 
 
Hunermend Kadîr Înanir di 24’ê adarê de li mala xwe ya Beykoz a Stenbolê aloz bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyeyê. Înanir ji bo tevdîrê hatibû entûbekirin. Piştî tedawiya wî baş derbas bûyî jî di 27’ê adarê de ekstube bûbû û di 1’ê nîsanê de ji beşa çavdêriya awarte hatibû derxistin û biribûn servîsê. 
 
Înanir ku rewşa wî roj bi roj baştir bû, ji nexweşxaneyê hate tabûrcîkirin. Lê belê dê pêvajoya rehabîlîtasyonê bidome.