ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 4 Nîsan 2024
  • |
img
* Jinên ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "jinûve vejîna gelê kurd" bi nav kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li têkoşînê derkevin.
 
* Rêveberê KESK'ê Adnan Şenbayram ku li Şirnexê hilbijartina xwecihî şopand, diyar kir ku divê hilbijartinên ku hîle tê de hatine kirin, bên nûkirin. 
 
* Hevserokê Komîsyona Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Brahîm Eshed diyar kir ku ew hewl didin li dijî pergala ku îflas kiriye jiyaneke ekolojîk ava bikin û got ku Tirkiye ji bi hevsengiya ekolojîk a herêmê tehdîd e. 
 
* Dê geşedanên têkildarî hilbijartinê bên şopandin. 
 
* Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-16.00) 
 
* Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li gundê Amara yê navçeya Xelfetî yê Rihayê pîrozbahî bê lidarxistin. (10.00-17.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li enqereyê dê bidome. (16.00)