Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir

  • rojane
  • 12:29 3 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Şafakê ya aligirê desthilatê, got ku AKP’iyên biçek ên li Colemêrgê welatiyan derb kirine “sivîl” in û tundiyê rewa kir. 
 
Yek ji rojanmeyên alîgirê desthilatê Yenî Şafakê ser hesaba xwe ya medya dijîtal tundiya li navenda Colemêrgê rewa kir. Welatiyên ku nedana mazbataya Abdullah Zeydan ê wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatiye hilbijartin protesto kirine, duh rastî êrişa Serokê AKP’ê yê Colemêrgê Zeydîn Kaya û parastvanên wî hatin. Yenîş Şafakê AKP’iyên biçek wek “sivîl” nîşan da û tundiyê rewa kir.