ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 3 Nîsan 2024
  • |
img

* Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan di meşa sala 2009’an a ber bi Amarayê de hatin qetilkirin û lêpirsîna derheqê wan de ev 15 sal in bênencam e. 

 
* Li Stenbolê welatiyan diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin bertek nîşanî polîtîkayên desthlata AKP'ê yên şer û aboriyê dan. 
 
* Hiqûqnasê Cezayî Ercan Kanar bal kişand ku serpêhatiyên Hatîce Yildiz (75) a ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî re şandiye hatiye girtin, di dema 12’ê Îlonê de jî nehatiye dîtin û got: “Tirkiye êdî ji dewleta hiqûqê derketî ye.”
 
* Xelkê Qilebanê li dijî desteserkirina îradeya xwe ev sê roj in li ser pêya ye. Welatiyên di çalakiyê de bertek nîşanî AKP’ê dan û wiha gotin: “Mafê kesekê ji Yozgatê nîne ku qedera ma diyar bike. Em vê qebûl nakin û li wan ziqim be.”
 
* Endamên MYK’a DEM Partiyê dê l i avahiya KESK’ê ya Wanê bicive. (11.00)
 
* Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran bidome. (11.00-16.00)
 
* Şandeyên li Wanê dê li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê li Parka Feqiyê Teyran meşê li dar bixin. (12.00) ZINDÎ
 
* Koordînasyona Çavdêriyê ya Navendî ya Grevên Birçîbûnê ya ÎHD’Ê dê li navenda giştî ya li Enqereyê rapora xwe eşkere bike. (12.30)
 
* Li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê dê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. (11.00-20.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (16.00-20.00)