Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan

  • rojane
  • 22:14 2 Nîsan 2024
  • |
img
ÎDIR -  Li Îdirê bi hezaran kes kuçe û kolan li ber çûnhatinê girtin û xespa AKP'ê ya li Wanê protesto kirin. 
 
Gelê Îdirê, danê êvarî li ber buroya hilbijartinê ya Zagorsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) li hev kom bû û bi dirûşmeyan nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, protesto kir. 
 
Bi hezaran kes paşê kuçe û kolan li be rçûnhatinê girtin û xwedî li vîna Wanê derketin. 
 
Bi hezaran kes bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" biryara navborî protesto kirin.
 
Girse niha protestoya xwe li kuçe û kolanan didomîne.