Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'

  • rojane
  • 20:49 2 Nîsan 2024
  • |
img
 
 
AMED – Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, bang li gelê Kurdistanê kir ku darbeya li gelê Wanê bi çalakiya dnegderxistinê protesto bike. 
 
Rêxistina Partiya wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, li ser medyaya sanal her kesî vexwand ku darbeya li Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi çalakiya dengderxistinê protesto bike. 
 
Parvekirina Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi vî rengî ye: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî xespakirina vîna bajarên Kurdistanê ya ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê, her êvar saet di 21.00'ê de çalakiya 'dengderxistinê' li dar bixe."