CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê

  • rojane
  • 20:25 2 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - CHP, têkildarî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, wê şandeyekê bişîne Wanê. 
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, têkildarî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, şandeyeke peywirdar kir ku biçe Wanê. Hat diyarkirin ku wê Parlementerên CHP'ê Sevda Erdan Kiliç, Sezgîn Tanrikûlû û Mahmût Tanal biçin Wanê. 
 
Ozel li ser hesabê medyaya sanal ragihand ku ji bo parastina vîna gel û ji bo piştevaniyê şandeyeke peywirdar kirine ku biçe Wanê û got ku di şandeyê de Parlementerên CHP'ê Sevda Erdan Kiliç, Sezgîn Tanrikûlû û Mahmût Tanal hene.