AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da

  • rojane
  • 16:15 2 Nîsan 2024
  • |
img
QERS - AKP’ê ji bo encamên hilbijartinê yên Şaredariya Bajaroka Bazarcixê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da û îtîraza wê hate redkirin. Îcar jî AKP’ê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. 
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de DEM Partiyê Şaredariya Bajaroka Bazarcixê ya Dîgor a Qersê bi dest xist. AKP hewl dide şaredariyê xesp bike. Di vê çarçoveyê de jî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz klir. Lê ev îtîraza wê hate redkirin. 
 
AKP a ku bi vê qayil nebû, niha jî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz kir. 
 
Li bajaroka Bazarcixê 2 hezar û 185 hilbijêr hene û ji van hezar û 818 deng derbasdar hatin hesibandin. Ji van dengan 991 jê DEM Partiyê û 827 jî namzetê AKP’ê stand. 
 
Di hilbijartinên 2019’an de şaredariya bajarokê bi hinceta “KHK’î ye” ji namzetê HDP’ê Ebubekir Erkmen hatibû standin û dabûn namzetê AKP’ê.