DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir

  • rojane
  • 20:47 1 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - DEM Partiyê li Hezroyê der barê 904 dengên nehatine qebûlkirin û 793 dengên "veguhastî" de îtîrazê kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Hezro ya Amedê  der barê 904 dengên nehatinqebûlkirin û 793 dengên "veguhastî" de îtîrazê kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Hezroyê Hasîbe Yazdik û Erhan Guven, parlamenterê Amedê Mehmet Kamaç û endamên rêxistina DEM Partî ya Hezroyê daxwaznameya îtîrazê bi parêzeran re birin Qeymeqamtiya Hezroyê.