Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin

  • rojane
  • 08:46 1 Nîsan 2024
  • |
 
RIHA - DEM Partiyê serkeftina xwe ya hilbijartinê heta derengiya şevê pîroz kir. 
 
Li gorî encamên nefermî, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariya Xelfetî ya Rihayê bi dest xist. Partiyiyan ji pêşiya avahiya edliyeyê heta pêşiya buroya hilbijartinê meş li dar xist. Namzetên hevşaredariyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram û Parlamenterê DEM Partiyê Ocalan jî di nav de gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. 
 
Ocalan li vir axivî û serkeftina Xelfetiyê diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. 
 
Namzetên hevşaredariyê jî gotin: “Me tişta aydê xwe dîsa stand.”