Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya

img
ŞIRNEX - Di dema êrişa li dijî pîrozbahiya xelkê Cizîrê de wesayîta polîsan a zirxî wergeriya. 
 
Welatiyên Cizîrê ku dixwestin serkeftina xwe pîroz bikin û li Taxa Cûdî kom bûn, rastî êrişa polîsan hatin. Dema polîsan êrişî girseyê dikir û bombeyên gazê diavêtin xelkê navçeyê, wesayîta zirxî wegeriya. 
 
Polîsên di wesayîtê de bi zor û zehmet derketin. Li cihê bûyerê ambulans hatin veguhestin. Têkildarî rewşa polîsan agahî nehatin bidestxistin. 
 
Ji ber kapsûlên di hundirê wesayîtê de teqiyayîn, bêhna gaza îsotê kete taxê.