DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin

img
ENQERE - DEM Partiyê da zanîn ku hewl dan heye ku encamên hilbijartinê yên li Şirnex û Bedlîsê bên guherandin û wiha got: “Hûn dê nekarin bi darbekariyê bi ser kevin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Şirnex û Bedlîsê ku hewldan heye encamên hilbijartinê lê werin guherandin, daxuyanî da. 
 
DEM Partiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev daxuyanî da: “AKP’ê bi rêya hilbijêrên qaçax nekarî li Şirnexê encama dixwest bi dest bixe û îcar hewl dide bi rêya hîleyan, bi rêya êrişên li dijî hilbijêr û peywirdarên me yên ser sindoqan, bi binçavkirina hevserokê me yê bajar û bi sedan kesan, encamekî bi dest bixe. AKP li Bedlîsê jî hewl dide bi rêya hîleyan encaman biguherîne, îradeya gelê me xesp bike. Peywirdarên me yên sindoqan û hiqûqnasên me yên îtîraz dikin tên binçavkirin.
 
EM Ê DSETKEFTIYÊN GEL BIPARÊZIN
 
Bi meha ye em rayedarên bêhiqûqtiyan dikin hişyar dikin; hûn dê nekarin bi darbekariyê bi ser kevin, vîna gelê me xesp bikin û encaman biguherînin. Em ê di her şert û mercan de destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”