Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin

img
STENBOL - Li dijî berpirsyarê Dibistana Seretayî ya Fatîh Sûltan Mehmet a navçeya Başakşehîrê Metîn Çîmendag ê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin. 
 
Li dijî berpirsyarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Dibistana Seretayî ya Fatîh Sûltan Mehmet a navçeya Başakşehîr a Stenbolê Metîn Çîmendag êrişeke çekdarî hat kirin. Dema Çîmendag ji bo nimêjê diçû mizgeftê, rastî komeke êrişkar hat, hate derbkirin û bi çekê êriş lê hate kirin. Di êrişê de Çîmendag ji lingê xwe birîndar bû. Çîmendag rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku xetereyek li ser jiyana wî nîne. 
 
Hat zanîn ku hêj tu êrişkar nehatine binçavkirin.