Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin

img
ŞIRNEX - Polîsan êrişî girseya li pêşiya DEM Partiyê ya Şirnexê kir û hevserokê bajar Abdullah Gungen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Li Şirnexê piştî karûbarê dengdayînê gelek kes li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê kom bûn. Polîsan êrişî girseyê kir. Polîsên gaza îsotê avêt girseyê û hewl da belav bike. 
 
Di êrişa polîsan de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.