Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Lî gorî agahiyên nehatine piştrastkirin li bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e. 
 
Bi rakirina qedexeya weşanê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên hilbijartinê hêdî hêdî tên parvekirn. Li gorî sindoqên ji sedî 12,59 hatine vekirin, CHP li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê li pêş e. 
 
STENBOL
 
Li gorî agahiyên ewil ên Stenbolê CHP ji sedî 59,40, AKP ji sedî 37,02, DEM partî ji sedî 2 deng stendin. 
 
ENQERE
 
Li gorî agahiyên ewil li Enqereyê CHP ji sedî 61,16, AKP ji sedî 35,84, DEM partî ji sedî 1 deng stendin. 
 
 
ÎZMÎR
 
Li gorî agahiyên ewil li Îzmîrê CHP ji sedî yüzde 56,11, AKP ji sedî 36, 59, DEM partî ji sedî 3,17  deng stendin.