Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê

img
AMED - Hilbijêrên Amedê hinek jê li ser kursiyên biteker hinek jî li ser gopalan çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. 
 
Karûbarê dengdayînê yê li Amedê didome. Tevlibûneke pir xurt li Dibistana Seretayî ya Koşuyoluyê û Dibistana Amadehî ya Ataturkê yên li navçeya Rezanê ji bo hilbijartinê hebû. 
 
DI 96 SALIYA XWE DE DENGÊ XWE DA: YÊN DERFETA WAN HENE BILA DENGÊ XWE BIDIN 
 
Welatiyê bi navê Abdurrahman Aslan ê 96 salî ku li Dibistana Seretayî ya Koşuyoluyê dengê xwe da, bi gopalê xwe hate dibistanê û 3 qatan çû jorê. Aslan dengê xwe da û bang li kesên derfetên wan hene kir ku dengê xwe bidin. 
 
Welatiya bi navê Şehrîban Aslan jî li ser kursiya biteker hate Dibistana Amadehî ya Ataturkê û dengê xwe da. Welatî heta ser sindoqê ji Aslan re bûn alîkar. Aslan, piştî dengê xwe dayî axivî û wiha got: “Ez kengî ji bo dengdayînê bêm asansor tune ye. Tu kes astengdaran nafikire.” 
 
Hinek welatî jî tevî zarokên xwe hatin û dengê xwe dan. Li her du dibistanan jî tevlibûneke xurt heye. 
 
‘HER DENGEK PIR GIRÎNG E’
 
Hevserokê DEM Partiyê Amedê Abbas Şahîn ev bang li hilbijêran kir: “Ji bo dengdayînê demekî pir kin ma. Li dijî kesên leşker û polîs anîne bajarên me her dengek pir girîng e. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku bên dengê xwe bidin.”