Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin

img
ÎDIR - Bi sedan jin û ciwan tev li mitînga li Qulpê hate li dar xistin bûn. Parlamenter Yilmaz Hûn ê di mitîngê de axivî wiha got: “DEM Partî, kurd, tirk, azerî, terekeme, elewî, sunî ye. DEM Partî gel e gel.” 
 
Rêxistina navçeya Qulpê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda navçeyê mitîngek lidar xist. Bi sedan jin û ciwan beşdarî mitîngê bûn. Jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û şalên bi rengên zer, sor û kesk beşdarî mîtîngê bûn.
 
Beşdarên mitîngê demeke dirêj li gel stranên kurdî û tirkî govend gerandin. Parlamenterê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hun, namzetê hevşaredariyê yê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş, namzetên hevşaredariyê yên Qulpê Îsmet Îlkûtlû û Kader Yîgîtalp jî tevlî mîtîngê bûn.
 
Kader Yîgîtalp, di bernameya partiya xwe de behsa sîstema hevserokatiyê kir. Piştre jî Îlkûtlû axivî û bal kişand ser gendeliyên serokê şaredariyê yê AKP'yî.
 
BANGA XWEDÎDERKETINA DENGAN
 
Namzetê hevşaredariyê yê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş ku pişt re mafê axaftinê girt, wiha got: “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin. Xwedî lê derkevin.” Guneş pişt re ji bo hilbijartinên sibê bên kirin banga xwedîderketina li sindoqan kir û got ku divê gel heta dengdan biqede li ber dibistanan bisekine.
 
GIRTÎ HATIN SILAVKIRIN
 
Piştre Yilmaz Hun axivî û got ku li Qulpê gelê kurd û azerî di nava hev de bi awayekî aram dijîn û wiha got: “DEM Partî, kurd, tirk, azerî, terekeme, elewî, sunî ye. DEM Partî gel e gel.” Hun, her wiha bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin ku 120 roj in didome û girtiyan silav kir. Hûn, destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û divê bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin. 
 
 
Piştî axaftinan girseyê demekî dirêj govend gerand. Mitînga ku dîmenên rengîn lê derketin holê bi awayekî bi coş bi dawî bû.