ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN

img
 
* Girtiyê nexweş Omer Yaman ê 80 salî ku nikare pêdiviyên xwe dabîn bike, rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Keça wî xwest ku bavê wê bê berdan û got: "Ez salê carekê tenê bavê xwe dibînim, rewşa wî nebaş e, divê bê berdan." 
 
* Şêniyên Şirnexê bertek nîşanî danezana dawî ya di navbera Tirkiye-Iraqê û hevkariya Tirkiye-PDK'ê dan û gotin: "Çi karê dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê heye?" 
 
* Der barê 4 girtiyan de ji ber nûçeyên der barê çalakiyên wan de bi "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. 
 
* 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê ve hat erêkirin.
 
* Hemû rêyên Agiriyê yên ku AKP'ê digotin "Em ê wê bikin Parîsa Rojhilatê" bûn kort û kocal. Namzetên DEM Partiyê bertek nîşanî rewşa rêyên ku veguherine deryaya heriyê û got: "Em ê bajareke ku mirov karibe lê bijî." 
 
* DEM Partî, li navçeya Norşînê yku 2 serdeman di bin rêveberiya qeyûm de ye, armanc dike ku vê carê reqorê bişkîne. Namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku armanca wan ew e ku hemû pirsgirêkên navçeyê bi taybet pirsgirêkên av û binesaziyê çareser bikin.
 
* Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin. (10.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê li Taxa Yeşîlyurt a Mûşê tev li hevdîtina bi gel re ya li pêşiya buroya hilbijartinê bibe. (10.00)
 
* Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê dê li gel rêxistinên civaka sivîl ên di qada zarokan de dixebitin, li navçeya Sûr a Amedê “Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan” eşkere bike. (10.30) ZINDÎ
 
* Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê dê li Stadyuma 11 Nîsanê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê tev li bibe. (11.00-14.00) ZINDÎ
 
* Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe di hefteya 991’an de li Qada Galatasarayê bidomînin. (12.00)
 
* Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li Amed û Êlihê bidomin. (12.00)
 
* Li Enqere û Stenbolê dê têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyan daxuyanî bê dayîn. (13.30)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê bidome. (16.00-19.30)