Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, di peyama ji Newroza Amedê re şandin de wiha gotin: “Baweriya me heye ku tecrîd dê rabe û Serokê me dê bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 116’an de berdewam dike. Peyama girtiyan di Newroza Amedê ya biheybet de hate xwendin. 
 
DESTNÎŞANKIRINA AZADIYÊ
 
Peyama girtiyan a ji aliyê parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ve hate xwendin wiha ye: 
“Newroz dengek bû
 Dengên çakûç û hesin
 Pişt re bû tîna agir
 Veguherî bû deng û rengên azadiyê di dilê Rojhilata Navîn de ku navê wê Kurdistan bû...
 
Newroza berxwedanê û azadiyê di serî de li Rêberê Azadiyê Rêber APO, hevalên li Wargehên Azad , li dayikên çalakvan, li gelê xwe û li hemû beşdarvanên Newroza azadiyê pîroz dikin. Bi biryardariya ku tecrîd hilweşe u Rêberê Azadiyê bi fizîkî azad bibe, em ji wek şoreşgerên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê tev li hemleya azadiya fizîkî ya Rêber APO bûn û berxwedana me bi biryardarî berdewam dike. Em bi hêvî û bawer in ku dê tecrîd hilweşe û Rêberê me bi awayekî fizîkî azad bibe. Ev qada Newrozê îro veguheriye qada azadiyê û azadiya Rêberê xwe diqîre. Bi mizginiya biharê cardin Newroza we hemûyan pîroz be!”