Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

img
TEKÎRDAG - Li Tekîrdagdê TIR’ekê li mînîbûsa rêwiyan xist. Di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. 
 
Mînîbûsa ku li ji navçeya Vîze ya Kirklareliyê ber bi navçeya Saray a Tekîrdagê ve diçû, li Xaçerêya Çaylayê ya Taxa Çukuryurtê li TIR’ekî xist û wergeriya. Li ser îxbatê, gelek komên cendirme, polîs û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. 
 
Li gorî agahiyên desptêkê, di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyan.