Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê tevî barînan jî bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiya Newrozê. 

 
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Gever a Colemêrgê li Stadyuma Yenî Şehîrê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî hewayê sar û barînan jî ber bi qadê ve diherikin. Gelempariya welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kirine. 
 
Qada Newrozê bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Welatî di deriyekî de dikevin qada Newrozê û coşa pîrozbahiyê her ku diçe zêdetir dibe.