Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin

img
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pîrozbahiya Newrozê ciwanan meş li dar xistin. Polîsan êrişî ciwanan kir û hinek ciwan hatin girtin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi tevlibûna deh hezaran kesan hat lidarxistin. Di kêliyên dawî de baraneke zêde bariya û girse ji qadê derket. Ciwanên di nava girseyê de tevî baranê jî dest bi meşê kirin. 
 
Di dema meşê dê ciwanan têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin û polîsan jî bi ava şid û bombeyên gazê êrişî ciwana kir. 
 
Ciwanan jî bi keviran xwe parast û hinek ciwan hatin binçavkirin.