Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê

img
COLEMÊRG - Aşût kete ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê û rê ji hatin û çûnê re hate girtin. 
 
Ev du roj in li Colemêrg û navçeyên wê şilope dibare û li Çiyayê Simbî yê bi bilindahiya 3 hezar û 478 metreyan e aşût hate xwarê. Ji ber aşûta ku li nêzî tunêla li devera Depînê hatiye xwarê, rêbeja di navbera Colemêrg-Şirnexê de ji hatin û çûnê re hate girtin. 
 
Ekîbên rêbejê û şaredariyê yên li herêmê hatin sewqkirin, ji bo vekirina rêyê dest bi xebatan kirin.