Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin

AMED - Şevê din li navçeya Rezan a Amedê agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin. 
 
Newroza Amedê dê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin. Beriya pîrozbahiya bi girseyî, li taxên Amedê pîrozbahî dest pê kirin. Li Taxa Yukari Molla ya navçeya Rezanê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak û namzetên hevşaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bi vêxistina agir re tililî hatin avêtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. 
 
Di pîrozbahiyê de li ber dahol û zirneyê li dora agir govend hate gerandin.