Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir

img
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê jinan bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.
 
Li taxa Kizir a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz hate pîrozkirin.  Jinên ku kiras û fîstan li xwe kiribûn li taxê kom bûn, bi hevre agirê newrozê pêxistin û bi meşaleyan dora agir ziviriyan.  Jinan di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berzkirin. 
 
Pîrozbahiya jinan bi gêrandina govendê bi dawî bû.