Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê

NAVENDA NÛÇEYAN - Wan, Colemêrg, Şirnex, Stenbol, Îzmîr, Dîlok û Tekîrdag jî di nav de lê 15 navendan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. 

Pîrozbahiyên Newroza îsal ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tên lidarxistin didomin. Îro li Wan, Colemêrg, Stenbol, Şirnex, Îzmîr, Dîlok, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmaniye, navçeya Giyadîn a Agiriyê û navçeyên Sêwereg, Xelfetî û Pirsûsê yên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. 
 
Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di pîrozbahiyan de derdikevin pêş.