ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN

img
* Besê Anûş a yekemîn jina ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest daye, 43 sal in ji bo bi milyonan jinan bûye îlham.
 
* Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Guner Hatay û Mehmet Alkan diyar kirin ku Şaredariya Qaxizmanê ya 10 sal in ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin, tu xizmet nekiriye û gotin ku piştî hilbijartinê dê li navçeyê navê MHP'ê neyê bilêvkirin. 
 
* Welatiyên ji kolanên Riha ya ku 3 serdem in ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin bang kirin, diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de dengê xwe ji bo guhertinê bi kar bînin. 
 
* Îslam Erdogan û Feyaz Tahsûk ê di Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê de, name ji CPT û DMME'yê re şandin. Lê girtîgehê hin beşên nameya wan jê birine. 
 
* Havva Gezen ku kurê wê Zulkuf Gezen li dijî tecrîda li Îmraliyê xwe şewitandibû, bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û banga xwedîderketina li girtiyan kir. 
 
* Rojnameger Azîz Koyluoglû hevdîtinên zêde yên Tirkiyeyê yên li Iraqê nirxand û wiha got: “Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, Iraqê rê da êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û Iraqê.” 
 
* Li Wan, Stenbol, Colemêrg, Şirnex, Îzmîr, Dîlok, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmaniye, navçeya Giyadîn a Agiriyê, navçeyên Xelfetî, Sêwereg û Pirsûsê yên Rihayê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (10.00-17.00) ZINDÎ
 
* Dê li gelek bajaran agirê Newrozê were vêxistin. (13.00-20.00)
 
* Nobetên Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (10.00-16.00)
 
* “Konferansa çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê” ya ÎHD li Amedê li dar dixe dê di roja duyemîn de bidome. (10.00)
 
* Ma Music dê li navçeya Sûrê ya Amedê Çand Ma'yê veke. (13.00)
 
* MED TUHAD-FED dê kongreya xwe li Amedê li dar bixe. (10.00)