Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin

img
MÊRSÎN - Di serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de 5 kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan di saetên serê sibê de li Mêrsînê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER’a Çûkûrovayê) Ergîn Altûntaş, Nûrettîn Ozdemîr, Hava Tekîn Olmez, Selahattîn Baran û kesekî navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. 
 
Hate diyarkirin ku 5 kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê û derbarê hinceta binçavkirinan de tu agahî nehate bidestxistin.